Perlementoya Brîtanya derbarê Helebê dicive

Tê çaverêkirin ku, civîn 3ê demijmêran berdewam bike.

K24-Navenda Nûçeyan

Bi armanca gotûbêjkirina kirîza bajarê Helebê û rewşa wê ya xirab Parlamentoya Brîtanyayê civîneke awarte li dardixe.

Biryare îro, parlamentoya Brîtanyayê derbarê rewşa bajarê Helebê civîneke awarte li darbixe, nemaze ku, bajarê Helebê ev bo demek di bin êrîşên tund ên Rûsya û rejîma Sûriyê de ye.

Ji aliyê xwe ve Endamên parlamentoya Brîtanyayê Andiro Mîşêl rola Rûsyayê bi tundî şermezarkiribû, herwiha Rûsya bi tawanê şer tûmetbar kiribû.herwiha daxwaz ji civaka navnetewî kiribû ku, kesên nexweşxaneyan topbaran dikin divê werin ceza kirin.

Biryare civîna parlamentoya Brîtanyayê 3ê saetan berdewam bike.