Baroya Diyarbekirê banga pêvajoya çareseriyê li PKK û Dewletê kir

Baroya Diyarbekirê, li ser bûyerên ku di çend rojên dawî de li Bakûrê Kurdistanê diqewimin, daxuyaniyek da. Rayedarên Baroyê, bal kişand ser xetereya jiyana sivîlan ên di navbera hêzên PKK’ê û Artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest didin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrîşa ser qadên siyasî û qadên jiyana sivîl nayên qebûlkirin.

K24 – Diyarbekir

Piştî hilbijartina serokatiya nû ya Baroya Diyarbekirê, daxuyaniya yekemîn li ser şermezarkirina bûyerên rojevê hat dayîn. Di daxuyaniyê de 22 sivîlên ku li Şemzînanê, di encama teqînekê de jiyana xwe ji dest dan û serokên navçeyên Partiya Dad û Geşemeniyê (AK Partî) yên ku li Qelqeliya bi ser Wanê û Pîrana bi ser Diyarbekirê ve hatibûn kuştin bibîr anîn û bûyerên ku jiyana sivîlan dikin bin xetereyê, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de li ser girtina rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî hat sekinandin û hat amajekirin ku êrîşên li ser qadên siyasetê tên kirin, pirsgirêkan kûrtir dikin û banga pêvajoya çareseriya pirsgirêkan li PKK’ê û rayedarên Dewleta Tirkiyeyê kir.