Li Geverê teqîn: 3 zarok birîndar bûn
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Bakurê Kurdistanê navçeya Geverê teqînek rû da, di encamê de 3 zarok birîndar bûn.
Li bajarê Colemêrgê, navçeya Geverê li Taxa Cumhuriyetê zarokan nav kolanê teqemeniyek dîtin û bi wê re leyistin.
Teqemenî di destê zarokan de teqiya û 3 zarokên ku hemû pismamê hev bûn birîndar bûn.
Zarokên birîndar li Nexweşaxneya dewletê ya Geverê hatin veguhestin û derbarê bûyerê de polîsan dest bi lêkolînek berfireh kirin.