Biryara girtina dibistana Kurdî hat şermezarkirin

Parlementerên HDP’ê yên Diyarbekirê Îmam Taşçier û Sîbel Yîgîtalp, digel rêveberên Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger û malbatên xwendekaran, daxuyaniyekê da û biryara girtina dibistanê ya ku duh li ser biryara Parêzgeriya Diyarbekirê hatibû mohirkirin, şermezar kir.

K24 – Diyarbekir

Dibistana Kurdî ya Ferzad Kemanger a ku li navçeya Baglarê ji aliyê Şaredariya Baglarê ve di sala 2013’yan de hatibû vekirin, perwerdehiya bi zimanê Kurdî dida zarokên 5-11 salî.

Parlementerê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Îmam Taşçier jî piştgiriya Malbat û rêveberên dibistanê kir û got ku, ev 3 sal in ev dibistan vekirîbû, hemû kirariyên xwe yên fermî jî bi cih anîbû û haya parêzgeriya Diyarbekirê jî jê hebû ku, li vir perwerdehiya bi Kurdî tê dayîn.

Malbatên zarokan jî li hember biryara girtina dibistanê nerazîbûnên xwe nîşan dan û xwendekarên dibistanê daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayîka xwe kirin.