Fransa ji betalkirina serdana Putîn dilgiran e

Biryar bû serdan di 19ê vê mehê de ba.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean –Marc Alrault ragehand ku, wî dixwest Serokê Rûsyayê Vilademîr Putîn serdana welatê wî bike, diyar kir ku, ew ji betalkirin û hiweşandina wê serdanê dilgirane.

Derbarê hilweşandina serdana Serokê Rûsyayê Vilademîr Putîn bo Fransayê ku, beryar bû di 19ê vê mehê de pihata pêkanîn Wezîrê Derve yê Fransayê Jean –Marc Alrault ji radyoya Ewropa 1 a Fransî re dilgiraniya xwe bo betalkirina wê serdanê nîşan da.

Berî niha Berdevkê ofîsa Serokê Rûsyayê di daxuyaniyekê de betalkirina Serokê wî welatî bo Fransayê ragehandibû.

Herwiha berî Putîn serdana xwe bo Fransayê hilweşîne Serokê Fransayê Hollande ragehandibû ku, naveroka civîna wî û Putîn dê rewşa Helebê be.