Şandeke Parlementoya Ewropayê serdana Bakur dike

Endamên Parlementoya Ewropayê dê serdana Bakurê Kurdistanê bikin û ligel malbatên ku xizmên wan ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatine kuştin, bicivin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamên Parlementoya Ewropayê dê serdana Bakurê Kurdistanê bikin û ligel malbatên ku xizmên wan ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatine kuştin, bicivin.

Li gor Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê, hejmarek zêde endamên Parlementoya Ewropayê û parêzvanên mafê mirovan di 20ê Cotmehê de serdana Bakurê Kurdistanê bikin. Parêzvanên Mafê Mirovan a Ewropayê dê li Bakurê Kurdistanê serdana navçeya Sûr û Nisêbînê ku heta niha jî derketina derva qedexe ye bikin û digel malbatên ku xizmên wan ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatine kuştin, bicivin.

Şandeya Ewropayê di heman demê de digel saziyên sivîl ên wekî ÎHD, Egitim-Sen û Kongireya Civaka Demokratîk jî bicivin û dê serdana wan 4 rojan berdewam bike.