Ciwan daxwazin di ENKSê de xwedî rol bin

Ciwanên di nava Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaz dikin ku koteya wan di ENKSê de zêdetir bibe û di çalakiyan de xwedî biryar bin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Ciwanên di nava Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaz dikin ku koteya wan di ENKSê de zêdetir bibe û di çalakiyan de xwedî biryar bin.  

Bi nêzîkbûna dema lidarxistina kongireya 4emîn ya ENKSê, hin çarçoveyên ciwanan li Rojavayê Kurdistanê daxwaz dikin ku, rêjeya nûnertiya ciwanan di nava rêzên ENKSê de bilindtir bibe. Li gor endamên Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Kurdistanê, pêwîst e nifşê ciwanan di hemû komîteyên ENKSê de cih bigirin û xwedî biryar bin.

Di kongireya Sêyemîn ya ENKSê de, rêjeya ji sedî 12 ji bo ciwanan hatiye destnîşankirin.

Ji aliyê xwe ve, serkirdeyên ENKSê dibêjin ku, ji ber leşkeriya neçar û  pêlên koçberiyê tevgera ciwanan li Kurdistana Sûriyê lawaz bûye

û de wê baweriyê de ne ku nifşê ciwanan karin sûdê ji pişka partî û saziyên sîvîl yên di nava ENKSê de bibînin, loma ne pêşbîn e ku ENKS rêjeya ciwanan zêde bike. 

ENKS ku di sala 2011an de hatiye damzrandin, 81 endamî li xwe digire, 39 kes ji wan endamên partiyan e, 42 endam jî serbixwe têne hejmartin, ku 9 nûnerên ciwan di nav wan de hene, ew jî Yekîtiya Xwendevên Kurdistanê, Tevgera Ciwanên Kurd û Hevrêziyên Ciwanan ne.