Newzîlanda derbarê Sûriyê projeyêkê pêşkêş dike

Welatê Newzîlanda ji bo rawestandina şerê Sûriyê bi taybet jî yê li bajarê Helebê, piroje biryarekê ji Encûmena Asayişa Navdewletî re pêkêşê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Welatê Newzîlanda ji bo rawestandina şerê Sûriyê bi taybet jî yê li bajarê Helebê, piroje biryarekê ji Encûmena Asayişa Navdewletî re pêkêşê kir.

Newzîlandayê di vê proje biryarên xwede de daxwaz kiriye ku, her êrîşek ku li ser kesên sivîl têne pêkanîn û ziyanê li avahiyên dezgehan li Sûriyê dikin werin rawestandin, bi taybet jî yên li ser bajarê Helebê.

Da ku ev proje biryar di Encûmena Asayişa Navdewletî de were sepandin, pêwistiya wê bi 9 dengan heye, bêyî ku Veto were bikar anîn.

Roja 8 Cotmehê, tevî ku Fransa karîbû 11 deng di Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê projebiryaya xwe de bidest xistibû, lê Rûsyê li dijî wê Veto bikar anî. Projeya Fransî jî banga rawestandina êrîşên bajarê Helebê bû.

Piştî ragihandina hefteyekê ji agirbestê re, rêjîma Sûriyê bi piştevaniya mîlîşyatên Îranî û firokeyên Rûsî, ji meha borî ve êrîşên xwe li taxên rojhilata Helebê tundtir kirine, ku nêzîkî 250 hezar kes di dorpêçeke dijwar de ne.