Li Şirnexê operasyoneke berfereh

Hêzên leşkerî yên Tirkiyê li bajarê Şirnexê dest bi operasyoneke berfereh kirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên leşkerî yên Tirkiyê li bajarê Şirnexê dest bi operasyoneke berfereh kirine.

Îro hêzên leşkerî yên Tirkiyê li bajarê Şirnexê, li herêma Besta û Çêlê Nimêjê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) operasyonek berfereh dane destpêkirin.

Di operasyonê de arteşa Tirkiyê Çiyayê Çêlê Nimêj didin ber topan û di encamê de agir bi çiyayî ketiye. Herwiha car caran jî di navbera leşkeran û gerîlayên PKKê de jî pevçûn derdikevin.

Îro jî di encama wan pevçûnan de leşkerekî Tirk canê xwe ji dest dabû, 4 endamên hêzên leşkerî jî birîndar bûbûn.

Herêma Besta berî niha ji aliyê Parêzgeriya Şirnexê ve wekî herêma ewlekariyê ya taybet hatibû ragihandin.