Li Tirkiyê 2 hezar û 400 Mamoste û 184 dadger ji kar hatin dûrxistin
K24-Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê 2 hezar û 400 Mamoste û 184 dadger û dozger ji kar hatin dûrxistin.
Piştî hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tirmehê jikardûrxistinên karmendên dewletê bênavber berdewam dike. Li gor daxuyaniya Wezreta Perwerdehiyê 2 hezar û 400 mamoste ji kar hatin dûrxistin.
Ji alîkî din ve Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran jî ragihand ku, 184 dadger û dozger ji kar hatin dêrxistin.
Bi vî awayî di çarçoveya operasyonên li dijî Tevgera Fetullah Gûlen de hejmara dadger û dozgerên ku, ji kar hatine dêrxistin gihişt 3 hezar û 640 kesan.