Artêşa Tirkiyê:Me 80 bingehên DAIŞê kirine armanc

Herwiha balafirên wan a şerî 2 baregehên sereke û 3ê avahîiyên DAÎŞê tine kirine.

K24-Navenda Nûçeyan

Sererkaniya Tirkiyê ragihand ku, Hêzên wan li Sûriyê 80 bingehên DAÎŞê xistine.

Sererkaniya Tirkiyê derbarê operasyona Cerablusê de daxûyaniyek belav kir û da zanîn ku, operasyona wan di roja xwe ya 53 mîn de berdewam dike.

Li gor daxuyaniya serekraniyê heta niha pêşveçûnên baş krine û gelek dever ketine di bin kontrola hêzên wan de û yê Arteşa Azad a Sûriyê de.

Da zanîn ku, herî dawî 80 bingehên DAÎŞê ji aliyê hêzên wan ve hatine xistin û di şer û pevçûnan de jî 4 endamên Arteşa Azad a Sûriyê birîndar bûne. Herwiha balafirên wan a şerî  2 baregehên sereke û 3ê avahîiyên DAÎŞê tine kirine.