Li Colemêrgê 25 dever wekî herêmên ewle hatin ragehandin
K24-Navenda Nûçeyan
Li bajarê Colemêrgê 25 dever wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatin ragihandin.
Parêzgeriya Colemêrgê bi daxûyaniyek nivîskî ragihand ku, di çarçoveya operasyonên li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê de li navenda bajêr û navçeyên wekî Şemzînan, Gever û Çelê 25 gûndewar wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatine ragihandin.
Parêzgerî diyar kir ku, qedexe îro destpê dike û dê heta 29ê vê mehê berdewam be. Ji bo ewlekariya mal û canê welatiyan çûyîn û hatina bêdestûr a ji bo wan deveran qedexe ye.