60 hezar pêşmerge û serbaz beşderiyê di şerê li Mûsilê de dikin
K24-Navenda Nûçeyan
Li gor rojnameya "Guardian" ya Berîtanî ragehandî ku, 60 hezar pêşmerge û sebazên Artêşa Iraqê ji Asayîş, her du Heşda Şebî û Niştimanî, dij tîro beşdariyê di operasyona rizgarkirina Mûsilê de dikin.
Di nûçeyeke xwe de rojnameya Guardian a Berîtanî da zanîn ku, biryare hêzên pêşmerge û sebazên Artêşa Iraqê ji Asayîş, her du Heşda Şebî û Niştimanî, dij tîro di şerê bajarê Mûsilê de beşdarbin da ku, wî bajarî kontirol bikin.
Ji aliyê xwe komsyona penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve dilgiraniya xwe ji koçkirina 600 hezar welatiyên sivîl dema destpêkirina operasyonê nîşan da.Biryare dawî ya vê mehê proseya azadkirina Mûsilê destpêbike.