Antalya.. 25 kes bi tuhmeta PKKê hatin binçavkirin

Li bajarê Antalyaya Tirkiyê, 25 kes bi tuhmeta endamên PKKê ne hatin binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Antalyaya Tirkiyê, 25 kes bi tuhmeta endamên PKKê ne hatin binçavkirin.

Duh, li Antalyayê piştî ku bi roketan êrîş pêk hat îro hêzên ewlekariyê operasyonek berfireh dan destpêkirin. Navenda operasyonê li Antalyayê bû û bajarên wekî Stenbol, Enqere, Şirnex û Batmanê jî polîsan bi awayekî hev dem bi ser mala de girtin.

Di encamê de 25 bergûman bi hinceta endamên PKKê ne hatin binçavkirin. Hat zanîn di nav binçavkiriyan de parêzerek jî heye.

Duh li bajarê Antalyayê li ser riya Kemerê li dijî tankerekî neftê bi roketan êrîş hatibû kirin. Lêbelê roket li masîgehekî ketibû ti mirî û birîndar neketibûn.