Ebadî: Heşda Şeibî di rizgarkirina Mûsilê de beşdar e

Serokwezîrê Iraqê careke din tekezî li ser beşdarîkirina mîlîşyatên Heşda Şeibî di operesyona rizgarkirina Mûsilê de dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê careke din tekezî li ser beşdarîkirina mîlîşyatên Heşda Şeibî di operesyona rizgarkirina Mûsilê de dike.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, Heşda Şeibî hêzeke leşkerî ye û ser bi sîstema bergîriyê ya Iraqê ve ye û rasterast di bin Fermandariya Fermandeya Hêza Çekdar de ye.

Ebadî careke din tekezî li ser beşdarîkirina Heşda Şeibî di operesyona rizgakirina Mûsilê de kir û got: “Beşdariya Heşda Şeibî di operesyona rizgarkirina Mûsilê de yekalî bûye.”

Herçend e li gor daxuyaniyên berpirsên Iragê, ku kontrolkirina Mûsilê nêzîk bûye, lê nakokiyên siyasî û leşkerî ew prose dereng xistiye.

Heşda Şeibî ku hêzeke bi fetweyeke ji lêvegera Şî'î hatiye damezrandin, gelek caran bi binpêkirina mafên mirovan û şewitandin û diziya malên welatiyên Sune li Tekrît û parêzgeha Selahedînê tê tuhmetbarkirin.