400 leşkerên Amerîkî digihin başûrê Mûsilê

Bi mebesta beşdarîkirina di operesyona rizgarkirina Mûsilê de, hêzeke ji 400 leşkerên Amerîkî pêk tê,di rojên bê de digihin navenda leşkerî Geyara ya li başûrê Mûsilê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi mebesta beşdarîkirina di operesyona rizgarkirina Mûsilê de, hêzeke ji 400 leşkerên Amerîkî pêk tê,di rojên bê de digihin navenda leşkerî Geyara ya li başûrê Mûsilê.

Raporteke navenda nûçeyan ya artêşa Amerîlî li ser zarê Fermandarê Firqeya Duyemîn yê artêşa Amerîkayê Îrêk Lopêz ragihand, li ser fermana Serokê Amerîkayê Barak Obama, nêzîkî 400 leşkerên Amerîkî di demek nêzîk de digihin navenda Geyara, bo beşdariyê di operesyona rizgarkirina Mûsilê de beşdar bikin.

Li gor Lopêz ev 400 leşker dê piştevaniya hezar û 300 leşkerên din yên Amerîkî bikin, herwiha erkê wan jî di warê şêwirmendiyê de be.

Fermandariya operesyonên hevbeş diyar kir, armanca operesyona destpêkê ew e, ku DAIŞê ji navçeya Geyara dûr bixin, ji ber ku hîn ji aliyê çekdarên DAIŞê vet ê armanckirin, ku duh karwanê Wezîrê Bergîriyê yê Iraqê Xalid Ubêdî hate armanckirin.

Roja 10 Tebaxê artêşa Iraqê navenda Geyara ya leşkerî (60 k.m li başûrê Mûsilê kontrol kiribû, Serokwezîrê Iraqê jî aşkere kir ku, ew navend xaleke girîng e bo jinavbirin û bidawîanîna DAIŞê li parêzgeha Neynewayê.