Projeya serjimêriyê li Hesekê jî bi rê çû

Li bajarê Hesekê projeya serjimêriyê li bajêr bi rê ve cû. Welatî dibêjin ku, pêwîstî bi projeyeke wiha heye. Herwiha hin şopîner jî dibêjin ku, ev dem ne dema vê projeyê ye, ji ber ku rewşa herêmê ne aram e.
kurdistan24.net

K24 – Heseke

Li bajarê Hesekê projeya serjimêriyê li bajêr bi rê ve cû. Welatî dibêjin ku, pêwîstî bi projeyeke wiha heye. Herwiha hin şopîner jî dibêjin ku, ev dem ne dema vê projeyê ye, ji ber ku rewşa herêmê ne aram e.

Welatî dibêjin ku, di demek wiha de pêwîstiya vê projeyê heye, da ku desthilat hejmara welatiyan zanibe. Herwiha hejmara koçberan jî diyar bibe û ev serjimêr dibe bingehek ji karê rêvebiriyê re Ii bajarên ku di bin kontrola wê de.

Komîta amadekar ya vê projeyê dibêje ku, ev proje hatiye ragihandin bo hilbijartinên ku di demên pêş de dê bi rê ve biçin.

Ji aliyekî din ve, vê projeyê gelek rexne dîtin, li gorî şopîneran ku niha ne dema projeyeke wiha ye, nemaze ku herêm di rewşake aloz de dijî û bûye armanca DAIŞê, ku her demekê teqînekê lê dike. Herwiha ta niha diyardeya koçberiyê berdewam e û ji ber vê yekê ev serjimêr dê ne serast be.