Serokê Yekîtiya Navnetewyî ya Komeleyên Kurd koça dawî kir

Di sala 1994an de dibe Serokê Yekîtiya Navneteweyî ya Komeleyên Kurd.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Yekîtiya Nêvnetewyî ya Komeleyên Kurd û û endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Mêrab Şamoyêv koça dawî kir.

Iro li bajêrê Mosoyê Serokê Yekîtiya Navnetweyî ya Komeleyên Kurd û Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Mêrab Şamoyêv, wexera dawî kir.Mêrab Şamoyev Kurdekî niştîmanperwer, hiquqzan, tevaya jiyana xwe ji bo neteweya xwe terxan kir bû.

Mêrab li 28ê Nîsana 1959an li bajêrê Tiblîs a Gûrcstanê ji dayk bûye, kolêja yasayê li zanîngeha dewletê li Tiblîsê bi dawî kirye, herwiha li Dadgeha bilind a Gûrcstanê kar kiriye.

Di sala 1994 de dibe Serokê Yekîtiya Navneteweyî ya Komeleyên yên Kurd, di sala 1996ê de ji bo posta Cîgirê Serokê Yekîtiya Komeleyên Kurd yên Civakî tê hilbijardin, heta niha jî ew Serokê Yekîtiya Navnetweyî ya Rêxistinên Kurdî yên Civakî bû, di 15.10.2016 wexera dawî kir.