Merkel daxwaza navçeyeke aram bo Êzdiyan dike

Êzdî daxwaz dikin ku, Şingal bibe parêzgehek ser bi Herêma Kurditanê ve.

K24-Navenda Nûçeyan

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel ragehand ku, pêwîste lêkolînek bê kirin daku, herêmeke aram bo Kurdên Êzdî were avakirin avabikin, daku, vegerin ser malên xwe.

Ajansa Reutersê ragehand ku, di çarçoveya beşdarîkirina wê kongireyê xwendevanên kirîstiyanî domokrat Şêwirmenda Almanya Angela Merkel gotarek pêşkêş kir, tê de wiha got ku, di civîna heftyane ya Encûmena Wezîrên Almanyayê wê pêşniyarek bo avakirina herêmek aram ji Kurdên Êzdî re pêşkêş kirye,daku karibin vegerin ser axa xwe.

Merkel da zanîn ku, bo vê mijarê divê danûstandin ligel Kurdên Êzdî û Pêşmergeyên Kurdistanê bên kirin, bi armanca destnîşankirina cihekî guncaw û aram tê de bijîn.