Li nêzîkî Mûsilê.. Nexweşxaneyek taybet ji Pêşmerge re
K24 – Navenda Nûçeyan
Li nêzîktirîn xalê rûbirûbûnê di navbera hêza Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de, nexweşxaneyeke taybet ji hêza Pêşmerge re hat avakirin.
Nexweşxane li Eniya Xazir e , ku nêzîktirîn cih e ji bajarê Mûsilê ve. Bizîşkên pispor, tîmên hawarhatinê, karmendên Tenduristî, hejmareke ambulans, amîreyên bizîşkî û dermanan li xwe digire.
Nexweşxane bo her rewşeke hawariyê bo birîndarên şerê rizgarkirina Mûsilê amade ye. Tevahiya bizîşk, karmendên tenduristiyê û pêdewîstiyên bizîşkî ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Hewlêrê tên dabînkirin û ji aliyê Odeya Operesyona Tenduristiyê tê birêvebirin.
Ev yek di demekê de tê, ku artêşa Iraqê û bi hevahengî ligel hêza Pêşmerge amadekariyên destpêkirina operesyona rizgarkirina Mûsilê dikin.