McGurk: Şerê Mûsilê dest pê nekiriye

Nûnerê Serokê Amrîkayê bo Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de ragihand, operasyona kontrolkirina Mûsilê dest pê nekiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Serokê Amrîkayê bo Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de ragihand, operasyona kontrolkirina Mûsilê dest pê nekiriye.

Nûnerê Serokê Amrîkayê bo Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Brett McGurk di tûra pêwendiyên civakî “Twitter” de nivîsiye,  operasyona rizgarkirina Mûsilê dest pê nake, heta Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî “Demjimêra Sifir” rabigehîne.

Duh çend ajansên nûçeyan yên Tirkiyê belav kiribûn ku, operasyona rizgarkirina Mûsilê dest pê kiriye.