Êrîşeke DAIŞê li eniya Herdanê hat têkşikandin

Li Eniya Herdan ya rojavayê çemê Dîcleyê, otombîleke DAIŞê ya bombebarkirî ku hejmarek ji çekdarên DAIŞê jî tê de bûn, xwestin êrîşî hêza Pêşmerge bikin, lê ji aliyê firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ve hate armanckirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li eniya Herdan ragihand, otombîla bombebarkirî û çekdarên ku tê de bûn, ji aliyê firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ve hate bombebarkirin û hemû çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Biryar e operesyona rizgarkirina Mûsilê ji aliyê hêza Pêşmerge, artêşa Iraqê, çekdarên êlên Sune, Heşda Şeibî û bi piştevaniya firokeyên şer yên Hevpeymaniya Navdewletî û hêzên zemînî yên Amerîka, Brîtanya, Fransa, Îtalya û Kanada dest pê bike.