Erdogan neraziye Amerîka firokxaneyê li Kobanê ava bike

Serokomarê Tirkiyê derbarê avakirina firokxaneyekê li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, rexneyan li Amerîka digire.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê derbarê avakirina firokxaneyekê li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, rexneyan li Amerîka digire.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ragihand, ku pêwîst bû Amerîka ku beriya wê gavê bavêje, şêwira Tirkiyê kiriba, ne ku ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD).

Erdogan herwiha got, PYDê  û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) beşek in ji PKKê û hin alî piştevaniya wan her du rêxistinan dikin û çekan jî radestî wan dikin.

Li gor ajansa “AA”, hêzên Amerîkî yên ku li Rojavayê Kurdistanê dimînin li gundê Xerab Işikê, ku li başûrê Kobanê dikeve rûbereke zevî ku 300 donim e û bi buhayekî erzan kiriye. Ji bo avakirina firokxaneyekê li wê deverê.