Heşda Şebî bingehên DAIŞê li başurê Mûsilê topbaran dike
K24-Navenda Nûçeyan
Heşda Şebî ragehand ku, piştî ragehandina destpêkirina operasyona Mûsilê ji aliyê Serowezîrê Iraqê Heyder Ebadî wan jî dest bi topbarankirina bingehên DAIŞê li başurê bajarê Mûsilê kirine.
Heşda Şebî li mihwerê başur wan navçeyên başurê bajarê Mûsilê topbaran dikin û her li wê mihwerê jî beşdariyê di operasyonê de dikin, herwiha hevdeme ligel destpêkirina operasyona Mûsilê li mihwerê Xazir û Başîk yên Hêzên Pêmerge.
Di yekemîn roj de, operasyona Mûsilê bi beşdariya 4 hezar pêşmerge li her du mihwerê Xazir û Başîk destpêkir, li gor gotina fermandeyê Zêrevanî Ezîz Wesysî pêşmerge bi 3ê K.m pêşveçûne.