Erdogan:Em li derveyî operasyona Mûsilê namîn in
K24-Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan derbarê operasyona rizgarkirina Mûsilê ragehand ku, ewê beşdariyê di operasyonê de bikin û hêza xwe ji Başîkê nakişînin.
Derbarê beşdariya Tirkiyê di operasyona rizgarkirina Mûsilê de Serokomarê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan di gotarekê li kongireya Stenbolê ya mafnasî ya navdewletî de ragehand ku, hêza xwe ji başîkê venakişîne û li derveyî operasyonê namîne.
Erdogan da zanîn ku, welatê wî ne berpirsyare li ber operasyonekê ew tê de ne beşdare, aşkere kir ku, ewê di nav operasyonê de bin û li derveyî wê namînin.
Herwiha Erdogan diyarkir ku, çawa ew dixwazin Tirkiyê derbasî Mûsilê nebe û sînorê Tirkiyê bi bajarê Mûsilê re hene, da zanîn ku, dirêjahiya sînorê wan 350K.m re.
Iro, operasyona rizgarkirina Mûsilê destpêkir û tê çaverêkirin ku, çend heftiyan dirêj bike.