Çavên Kurdan ji civîna Lozanê ziwa ne

Amerîka , Rûsiyê û hin hêzên herêmî yên têkldar bi rewşa Sûriyê digel hejmarek berpirsên Yekîtiya Ewropayê bizava dîtina çareyeke siyasî ji bo krîza Sûriyê dikin, herwiha destpêkirina gereke diplomasî yan nû derbarê vejînkirina rêkeftina agirbestê.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Amerîka , Rûsiyê û hin hêzên herêmî yên têkldar bi rewşa Sûriyê digel hejmarek berpirsên Yekîtiya Ewropayê bizava dîtina çareyeke siyasî ji bo krîza Sûriyê dikin, herwiha destpêkirina gereke diplomasî yan nû derbarê vejînkirina rêkeftina agirbestê.

Li gor endamên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ne pêşbîn e ku di vê qonaxê de derencamên girîng ji civînên Lozan û Londonê derkevin. lê eger e ku gavên nû di warê mirovî de bêne avêtin û hin sizayên aborî li ser rêjîma Sûriyê bêne sepandin.

Cîgirê Sekerterê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê Hesen Salih di vê derbarê de ji K24ê re axivî û got: "Ti hêviyên mezin li ser Kombûna Lozanê ava nabin, cimkî ne rêjîm û ne opozîsyona Sûriyê amade ne ku bighêjin çareseriyê."  

Vejînkirina agirbesta şikestî û gihandina alîkariyên mirovî, herwiha valakirina riya Kastêlo li Helebê ji hêzên opozîsyon û rêjîmê, xalên sereke ne di çarçoveya bizava civaka navdewletî ya nû de derbarê dîtina careyekê ji astengiyên welatiyên Sûriyê re.

Her Derbarê vê mijarê serkirdên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) amaje dikin ku, hin hêzên heremî sûdê ji berdewamiya şerê Sûriyê dibînin û ya rast ew e, ku aliyên têkildar bi paşeroja Sûriyê mîna Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)  beşdariyê di civînên navdewletî de bikin.

Serokê Nivisgeha Têkîliyên Giştî ya TEV-DEMê Ebdilselam Ehmed jî dibêje: "Kongreya Lozanê jî wek kongreya Viennayê ye, dê ti çareseriyê bi xwe re neyine, ji ber ku aliyên xwedî bandor mîna HSDê ne beşdar in û nayên vexwndin bo kongreyên navdewletî."  

Weke hewldana dawî di sala 2016 ê de, wezîrên derve yên Rûsya û Amerîkayê û bi çavdêriya Nûnerê NY yê Taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura bizava wê yekê dikin ku, rêkefteneke nû derbarê agirbestê li Sûriyê û bi taybetî li bajarê Helebê bidine pêş.

Lê Li gor cavdêran heman hêzên ku bizava rawestandina şerê Sûriyê dikin, ew bi xwe li ser zemîne piştevaniya aliyên dijber dikin û Sûriyê bûye qadek ji bo misogerkirina berjewendiyên herêmî û navdewletî re. Bi vê yekê jî hêviyên gelê Sûriyê di bin avahiyên rûxandî de dimînin.