Li Sûriyê agirbestek bo 8 demijmêran hat ragehand

Agirbest roja pênşemê destpê dike.

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî rexneyên tund li civîna Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê lê hatin kirin Rûsyayê agirbestek bo 8 demijmîran li Sûriyê ragehand.

Derbarê vê agirbestê ceneral Sergy Rodoskî ji Desteya Erganan a Giştî di kongreyeke rojnamevanî de ragehand ku, welatê wî wê di 20 vê mehê de angor roja pênşemê demijmêr 8:00 sibehê heta 16:00 agirbesteke mirîvî rabgehîne û di 8 demijmêran de bombebaran radweste.

Tê zanîn ku, duh, li loksomborgê civîna Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê bê encam bi dawî hat, civîn jî derbarê kirîza Sûriyê bû.