Rojeva medyaya Tirkiyê Operasyona Mûsilê bû

Operasyona Musilê di eniya şer de çawa ku,bi hemû germahiya xwe berdewam dike di siyaseta Tirkiyê de jî rojeva sereke ye.

K24-Navenda Nûçeyan

Çawa ku, hemû sazî û dezgehên medyayê yên cîhanê behsa Operasyona Rizgarkirina Mûsilê dike ev mijar  di çapemeniya Tirkiyê jî bû rojeva sereke. Îro piraniya rojnameyên Tirkiyê behsa serkeftinên hêzên pêşmergeyan kirin. Beşek ji wan jî rexne li hikûmeta Tirkiyê girtin ku, bi siyaseta şaş Tirkiye dervayî operasyonê maye.

Operasyona Rizgarkirina Mûsilê digel çapemeniya cîhanê di rojeva çapemeniya Tirkî de jî ciheka berfireh girt. Mirov dikare bibêje ku, hemû rojnameyên Tirkiyê Operasyona Rizgarkirina Mûsilê ji rûpelên xwe yên yekemîn  belav kirin û bal kişandin serkeftinên pêşmergeyan.

Rojnameya Hûrrîyetê ku, li Tirkiyeyê tîraja wê herî zêde ye di manşeta xwe de behsa operasyona Mûsilê dike û dibêje Enqere li ser operasyona Musilê hişyar e. Herwiha diyar dike ku, pêşmerge û leşkerên Iraqê ji 3 aliyan ve êrîşê li DAÎŞê dikin û heta niha 12 gund ji aliyê pêşmergeyan ve hatine rizgarkirin.

Rojnameya Sabahê jî yek ji wan rojnameyên nêzikê hikûmetê ye li ser operasyonê dibêje hêzên pêşmerge 200 kmkoşe erd xistine bin kontrola xwe û piştî êrîşên pêşmergeyan yekemîn kes Rêberê DAÎŞê Ebûbekir Elbagdadî bû ko ji Musilê reviyaye.

Rojnameya Kemalîstan û herwiha rexnegirê hikûmetê Sozcû jî manşeta xwe wisa nivîsandiye: Serê me ji belayê qet xilas nabe.  Sozcû dibêje ew piştî Suriyeyê niha jî ketine nav heriya avgîrê. Lewra him dervayî operasyonê hatine hiştin ew ê him jî bi pêleka teror û koçberiyê re rû bi rû bimînin.

Rojnameya Habertûrkê jî bi manşeta Şerê Cîhanê ya Mûsilê derdikeve pêşberî xwînerên xwe. Rojnameya Habertûrkê radigihîne ko leşkerên 36 welatan, digel hêzên pêşmerge, milîsên şiî û erebên sinnî dikevin Musilê.

Rojnameya Cumhuriyetê jî yek ji wan rojnameyên dijî hikûmetê ye manşeta wiha dinivisîne: Ber bi Iraqek bêdaîş. Cumhuriyet dibêje operasyon ji 3 eniyan ve hatiye destpêkirin û 5 200 leşkerên Amerîkî jî di operasyonê de cih digirin. Cumhuriyet herwiha behsa peyamên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî dike û dibêje. Barzanî gotiye ger Tirkiye bixwaze tevlî operasyona Mûsil bibe pêwîst e bi hikûmeta Bexdayê re rêkbikeve.

Wekî hemû rojnameyên nêzikê hikûmetê rojnameya Yenîşafakê jî derbarê operasyona Musilê de îro bi daxûyaniyên  Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan belav bû. Erdogan dibêje ew ê di operasyonê de jî di dêplomasiyê de cih bigirin. Ne mimkûne ku, ew dervayî operasyonê werin hiştin.

Lê belê rojnameya Evrenselê wekî Erdogan nahizire û ji bo Erdogan bi vî awayî dinivisîne: Tenêbûna Musilê. Evrensel dibêje operasyona Musilê bi tevlîbûna dehan welatan destpêkir lê Tirkiye li wir cih negirt. Lewra Iraq Tirkiyeyê wekî hêzeke dagirker penase dike.

Operasyona Musilê di eniya şer de çawa ku,bi hemû germahiya xwe berdewam dike di siyaseta Tirkiyê de jî rojeva sereke ye. Wisa diyar dike ku, Operasyona Rizgarkirina Mûsilê çiqas dirêj bidome devjengiyên nav siyasaya Tirkiyê de jî ew qas tûndtir bibe.