Ewropa ji kontrolkirina Mûsilê metirsîdar e

Ewropa derbarê qonaxa piştî kontrolkirina Mûsilê de metirsiya wê heye ku, beşek ji çekdarên DAIŞê yên ji regezên Ewropî vegerin welatên xwe û bibin metirsî li ser aramiya Ewropayê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ewropa derbarê qonaxa piştî kontrolkirina Mûsilê de metirsiya wê heye ku, beşek ji çekdarên DAIŞê yên ji regezên Ewropî vegerin welatên xwe û bibin metirsî li ser aramiya Ewropayê.

Komîserê Karûbarên Asayişa Ewropayê Julian King hişyariyê dide ku, kontrolkirina Mûsilê ji aliyê hêzên Iraqî ve û derxistina çekdarên DAIŞê ji wî bajarî, dê bibe sedema ku beşek ji çekdarên DAIŞê yên biyan vegerin Ewropayê.

King ji rojnameya “Duetsche Velle” ya Almanî re ragihand, vegera beşek ji çekdarên DAIŞê, metirsiyeke mezin li ser asayiş û aramiya Ewropê çê dike, ji ber wê divê ew amade bin û tedabîrên zêdetir bigirin.

Ji duh ve danê sibê ve operesyona rizgarkirina Mûsilê ji aliyê artêşa Iraqê û Pêşmergeyên Kurdistanê ve dest pê kiriye, heta niha hêza Pêşmerge artêşa Iraqê 20 gund control kirine.