Artêşa Sûriyê: Amerîka DAIŞê berve Sûriyê dişîne

Fermandariya Giştî ya Artêşa û Hêzên Çekar ya Sûriyê ragihand, Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî dixwazin çekdarên DAIŞê ji Mûsilê berve Sûriyê bişînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandariya Giştî ya Artêşa û Hêzên Çekar ya Sûriyê ragihand, Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî dixwazin çekdarên DAIŞê ji Mûsilê berve Sûriyê bişînin.

Artêşa Sûriyê got jî, derengiya operesyona Mûsilê bi planekê ji Amerîka de bû, bo çekdarên DAIŞê ji Mûsilê berve Sûriyê birevin.

Li gor Artêşa Sûriyê ku, armanc ji wê yekê ew e, ku ji aliyekî parastina çekdarên DAIŞê bike. Ji aliyekî din ve jî, hebûna teroristan li Sûriyê zêde bike, da ku guhartineke meydanî li rojhilatê Sûriyê (Dêrezor, Reqa, Tedmur) çê bike.

Her di vê çarçovê de, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, Rûsya rêgiriyê li derbasbûna çekdarên DAIŞê dike, yên ji Mûsilê berve Sûriyê direvin.

Lavrov got jî, hêzên di operesyona Mûsilê de beşdar in, bi temamî êrîş nakin, hêvîdar in ji ber nebûna karînan be, ne bi mebest be.