Aşton Karter serdana Tirkiyê dike

Wezîrê Bergirî yê Amerîkayê Aşton Karter, bo gotubêjkirina rewşa ewlekariya herêmê, roja înê serdana Tirkiyê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergirî yê Amerîkayê Aşton Karter, bo gotubêjkirina rewşa ewlekariya herêmê, roja înê serdana Tirkiyê dike.

Wezareta Derve ya Amerîka (Pentagon) da xuyakirin, Aşton Karter bi armanca beşdarbûna civîna wezîrên bergiriyê yên NATO'yê di navbera rojên 20 heta 27'ê Cotmehê de, serdana Tirkiye, Îmarat, Fransa û Belçîka dike.

Hat ragehandin Karter, piştî serdana Tirkiye û Îmaratê, 25'ê mehê li Parîsê dê beşdarî civîna wezîrên bergirî yên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ bibe û 26'ê mehê jî li Brukselê beşdarî civîna NATO bibe.