Rûsya Belcîka bi bombarankirina Helebê tûmetbar dike

Di encam de 6 kes hatin kuştin.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê Belcîka bi bombebarankirina Helebê tûmetbar kir, ku di encam de 6 kes hatin kuştin û 4 kesên din birîndar bûn.

Derbarê wê yekê Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê daxuyaniyek belav kir, tê de da zanîn ku, du firokeyên Belcîka yên hevpeymaniya navdewletî bi bombebarankirina bajarokê Hesacik li bajarê Efrînê yê parêzgeha Helebê tûmetbar kir.

Li gor daxuyaniya Bergiriyê ya Rûsyayê di encama wê bombebarankirinê de 6 kes hatin kuştin û 4 kesên din jî birîndar bû, herwiha du avahî jî wêran bûn.

Li gor Rûsyayê ew firoke ji corê F16e bûn, saet 3ê berbangê ew êrîş kiribû.