Brîtanya:Heta niha hezar şêwermendên me li Iraq û Kurdistanê hene
K24-Navenda Nûçeyan
Berdevkê Hikûmeta Brîtanyayê li Rojhelata Navîn Edwin Samuel ragehand ku, heta niha hezar şêwermendên me yên leşkerî li Iraqê û Kurdistanê hene.
Derbarê vê babetê Berdevkê Hikûmeta Brîtanyayê li Rojhelata Navîn Edwin Samuel di kongreyeke rojnamevanî de ragehand ku, bi armanca rahênan û perwerdekirina pêşmerge û serbazên Iraqê heta niha hezar şêwermendên leşlerî yên welatê wî li Iraq û Kurdistanê hene.
Samuel da zanîn ku, welatê wî di biwarê zanyariyan jî li Iraqê çalake, aşkere kir ku, rûberûbûna çekdarên DAIŞê ne tenê leşkerî ye.
Brîtanya yek ji welatên hevpeymaniya navdewletî bi serokatiya Amerîka li dijî DAIŞê.