Li bajarê Wanê erdhêjek rû da

Tirsek mezin li cem welatiyan hêla

K24-Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê bajarê Wanê bi dijwariya 4.2an de erdhêjek rû da.

Li gor Enstitûya Lêkolîna Erdhêjan a Zanîngeha Bogazîçiyê dûh dernegê şevê li bajarê Wanê navçeya Armûşê gûndê Çalimliyê 5 kîlometre di bin erdê de erdhêjek bi dijwariya 4.2an de çêbûye.

Herwiha Herçiqas be ku, ti kes nemiribe û birîndar nebûbe jî erdhêj nav welatiyan de bû sedema tirsek mezin.

Lewra di 23ê Çiriya Pêşînê ya sala 2011an de li Wanê erdhêjek rûdabû û di encamê de 604 kes canê xwe ji dest dabûn 4152 jî kes birîndar bûbûn.