Li Tirkiyê operasyona Musilê û rewşa peşmergeyan tê gotûbêjkirin

Bi bîr û boçûna parlamenter û pisporan di vê serdema operasyona Mûsilê de ew nîqaşên ku di çapemeniya Tirkiyê de derdikevin û bi taybetî jî li ser nasnameya dîrokî ya Iraqê ne gelekî xeternak in.
kurdistan24.net

K24-Enqerê

Bi destpêkirina operasyona Mûsilê re hem li parlamentoya Tirkiyê hem jî li derveyî parlamentoyê pispor pozîsyona peşmergeyan û sedemên ku Tirkiye li derveyî operasyonê maye nîqaş dikin.

Li gorî wan pisporên ku ji Kurdistan 24ê re axivîn, her çiqas Tirkiyê dil kiribe ku tevlî operasyonê bibe jî ji ber ku bi wan hêzên koalisyonê re ketiye qayişkêşanê li derve maye. Pispor dibêjin mebesta Tirkiyê ne mebesteke ji dil e ku bi DAİŞê re têbikoşe, Tirkiye wan deveran wek xaka Osmaniyan dibîne. Lewre di bin nîqaşkirina Lozanê de ev mebest heye. Bi boçûna Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît, esil xwediyê Musilê ligel peşmergeyan, hêzên din ên Kurdan in û Iraqe, tû karê Tirkiyê li wir nîn e. Yên ku ji dil û can jî wê li Mûsilê li dij DAÎŞê têbikoşin dîsa ev hêzin. Ji ber ku her kesek ji wan, xwedî birînekê ye. Li gorî Yîgît, DAÎŞ di çarçoveya planekê de bo Mûsilê hatiye şandin, piştî ku fonksoyana wê jî bi dawî hatiye îcar wextê parvekirinê dest pê kiriye.

Pispora Rojhilata Navîn û Sûriyê Hamîde Yîgît wiha got:

"Helbet di vê parvekirinê de wê di nava Irak û Herêma Kurdistanê de pirsgirêk derkevin. Lê azadkirina Musilê wê dîsa bi destê xwediyê asil yên Musilê ve pêk were. Ew der welatê peşmergeyan û gelên din ên li herêmê ye. Mafê çarenûsa Musilê jî di destê wan de ye. Ez jî dixwazim ku peşmerge li wir bimîne. Herwiah divê yekîtiyeke wisa di nava xwe de ava bükin da ku hêzên kureyî destê xwe ji wê herêmê bikişînin."

Parlamenterê HDPê Nîmettullah Erdogmus jî diyar kir ku bi wê hevkariya muşterek ya di navbeyna Herêma Kurdistanê û Iraqê de pêk hatiye operasyona Musilê bi erênî biçe serî. Li gorî Erdogmus, rewşa îro ya Musilê diyar e, ji aliyê DAÎŞê ve hatiye dagirkirin. Dawî anîna li vê dagirkeriyê jî mafê herî xwezayî yê Hewlêr û Bexdayê ye.

Parlamenterê HDP Nîmettullah Erdogmus wiha axifî:

"Peşmerge li herêmê hêza bingehîn e. Dema em hawariyên rêxê Basra û ji Bexdayê tên deynîn aliyekî ne tenê aliyê Şengalê hemû kontrala Musilê jixwe di bin kontrola peşmergeyan de ye. Niha em dibînin ku Hewlêr û Bexdat li Musilê bi rêya hevkariyekê mafê parastina xaka xwe dikin. Bi baweriya me di serî de Tirkiye û Îran, welatên din ên derveyî koalisyonê û emperyal destewerdana wan ya bo Iraqê û Musilê wê tû feydeyê nede Kurdan, Areban, Acêman û neteweyên din."

Bi bîr û boçûna parlamenter û pisporan di vê serdema operasyona Mûsilê de ew nîqaşên ku di çapemeniya Tirkiyê de derdikevin û bi taybetî jî li ser nasnameya dîrokî ya Iraqê ne gelekî xeternak in. Ji bo çareseriyên mayinde û serkeftinê divê hêzên derveyî peşmerge û Iraqê destê xwe ji nava Musilê bikişînin. Pispor dibêjin hebûna Tirkiyê ya li Iraqê ji bo destkeftiyên peşmergeyan ên neteweyî û gelên din xeternake.