Hejmara dîlên DAIŞê li Herêma Kurdistanê aşkere dibe

Ji destpêka şerê DAIŞê û ta niha zêdetir ji 9 hezar çekdarên DAIŞê ji aliyê hêzên Pêşmerge bi dîlî hatine girtin û di zîndanên asayişê de girtî ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji destpêka şerê DAIŞê û ta niha zêdetir ji 9 hezar çekdarên DAIŞê ji aliyê hêzên Pêşmerge bi dîlî hatine girtin û di zîndanên asayişê de girtî ne.

Di çarçoveya beşdariya di bernameya “Basî Roj” ya K24ê de Serokê Komîteya Bersivdana Raportên Navdewletî Dîndar Zêbarî ragihand, heta niha zêdetir ji 9 hezar çekdarên DAIŞê bi dîlî hatine girtin û di zîndanên Herêma Kurdistanê de ne û lêpirsîn bi wan re tê kirin.

Zêbarî aşkere kir, “Dezgeha Dije Terorê ya Herêma Kurdistanê lêpirsîn bi 450 ji wan girtiyan re kiriye, ji ber ku ew hejmara mezin yên girtiyan, pêwîstiya wê bi hejmarek mezin ji dadwer û proseyeke yasayî heyem ji ber ku ew pirseke yasayî ye û nabe tenê tuhmetan arasteyî wan bikin.”