Barzanî û Serokerkanê Iraqê operesyona Mûsilê gotûbêj dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê û Serokerkanê Iraqê qonaxa yekem ya proseya rizgarkirina Mûsilê gotûbêj dikin û pesna serkeftina hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê dikin.
Serokerkanê Iraqê Ferîqê Yekem Osman Xanmî di çarçoveya operesyona rizgarkirina Mûsilê de li Hewlêrê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî kir.
Barzanî û Xanmî hevahengiya di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê di proseya rizgarkirina Mûsilê de berz dinirxînin û pêdagirî li ser berdewambûna hevahengiyê di navberan her du hêzan de dikin.