Li Diyarbekirê 20 DAIŞî hatin binçavkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê li bajarê Diyarbekirê 20 bergûmanên DAIŞê hatin binçavkirin.
Îro danê sibê polîsan li bajarê Diyarbekirê û navçeyên li navenda bajêr yên wekî Baglar û Kayapinarê li dijî DAÎŞê operasyonek berfireh pêk anîn û bi ser malan de girtin.
Di encama operasyonê de 20 bergûmanên DAIŞê hatin binçavkirin.
Hat zanîn polîsan li Diyarbekirê bi ser pirtûkxaneya bi navê Tevhîd jî girtine û di wê pirtûkxanê de hejmarek zêde çek û belgeyên DAIŞê hatine bidestxistin.
Duh şev jî li bajarê Stenbolê 7 bergûmanên DAIŞê hatibûn binçavkirin.