Zaxarova: Belçîla sivîl li Efrînê kuştine

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya dibêje, ew li benda daxuyanyên Amerîka yên şermezarkirinê ne, derbarê kuştina sivîlan li Efrînê ji aliyê firokeyên Belçîka ve.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya dibêje, ew li benda daxuyanyên Amerîka yên şermezarkirinê ne, derbarê kuştina sivîlan li Efrînê ji aliyê firokeyên Belçîka ve.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Mariya Zaxarova li ser malpera xwe ya Facebookê nivîsiye ku, ew li benda daxuyanyekê ji Wezareta Derve ya Amerîka ne, ku tê de operasyonên hovane yên firokeyên Belcîkî şermezar bike, ku di operasyona wê de kesên bê guneh hatine kuştin.

Wezareta Bergîriyê yê Rûsyayê belavkiribû, ku duh  6 kesên sivîl di encama operasyoneke asmanî de li bajarokê Hesacik yê bi ser Efrînê ve hatine kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûne.

Herwiha Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê –Sûriye (PDK-S) li Efrînê Ebdilrehman Apo ji K24ê re axivî û amaje kir ku, her car firokeyên Heveymaniya Navdewletî û yên Rûsya li asmanê Efrînê difirin û êrîşan li nêzîkî Efrînê encam didin û sivîl jî dibin qurbaniya wan êrîşan.

Wezareta Bergîriyê yê Rûsyayê tekez jî kiribû ku, firokeyên ku ew operasyon encam dane, firokeyên Belcîkya bûn,  ji ber ku di dema bombarankirinê de, ew firoke li ser asmanê wê navçeyê bûn.

Ji aliyê xwe ve, Wezreta Bergîriyê ya Belcîka ragihand ku, firokeyên wan ti operasyon li wê navçeyê encam nedane.