Pêşmerge ji derdora Mûsilê ve nêzîk bûye

Fermandarê artêşa Amerîka li Iraqê General Gary Volesky ragihand, helîkopterên şer yên Amerîka yên ji cura Apache di operesyona rizgarkirina Mûsilê de pêgehên DAIŞê bombebaran dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê artêşa Amerîka li Iraqê General Gary Volesky ragihand, helîkopterên şer yên Amerîka yên ji cura Apache di operesyona rizgarkirina Mûsilê de pêgehên DAIŞê bombebaran dikin.

Volesky got: “Hêza Pêşmerge ji derdora Mûsilê nêzîk bûne, derbarê xelkê sivîl yên di nava Mûsilê de, hîn ew hejmara mezin ji sivîlan ji Mûsilê derneketine, ji ber ku DAIŞ wek wan wek mertalên mirovî bikar tîne, ewên ku ji Mûsilê derketine jî, zanyariyên baş li ser DAIŞê dane hêzên Iraqî.”

Volesky got jî: “Çekdarên dixwazin pêşketinên hêzên Iraqê bi derengî bixin, çunkû dizanin heger rûbirûyî hêzên Iraqî bibin, bi zûtirîn dem jinav diçin.”

Herwiha got jî: “Firokeyên me û hêzên Iraqî li ser zevî berdewam in bi topbarankirina DAIŞê, wek dibînin ku DAIŞ bi paş ve berve navenda Mûsil vedikişin û mebesta wan jî ew e ku, li nava Mûsilê bergîriyeke zêdetir bikin. li Qereqoş me dît ku DAIŞê avahiyan hildiweşîne û berve Mûsilê vedikişin.”

Volesky ragihand jî, kontrolkirina Mûsilê, tê wateya bidawîhatina “Keleha Xîlafetê” li Iraqê û got: “Helîkopterên Apache dest bi bombebarana pêgehên DAIŞê li Mûsilê kiriye û armancên dûr bombebaran dike.”

Operesyona Kontrolkirina Mûsilê roja 17 Cotmehê dest pê kir û hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di qonaxa yekem ya operesyonê de, karî 9 gundan li başûrê rojhilatê Mûsilê kontrol bike.