Ukrayna welatiyên xwe yên li Enqerê hişyar dike

Ukrayna hişyarî da welatiyên xwe yên ku li paytexta Tirkiyê Enqerê dimînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ukrayna hişyarî da welatiyên xwe yên ku li paytexta Tirkiyê Enqerê dimînin.

Wezareta Derva yê Ukranyayê bi daxuyaniyeke nivîskî welatiyên xwe yên li Enqerê dimînin, an jî hizra serdana Enqereyê dikin, hişyar kir. Wezaretê got, Parêzgeriya Enqerê ji roja 17ê vê mehê heta 30ê meha bI hemû cûre xwenîşandan û çalakiyan qedexe kiriye.

Li ser metirsiya êrîşên terorê Wezreta Derva yê Ukranyayê ji welatiyên xwe daxwaz kir ku, li Enqerê ji cihên wekî firokxane, avahiyên fermî yên dewleta Tirkiyê û navenda bajêr bidûr bikevin.

Du roj berê, Parêzgeriya Enqerê ragihandibû ku, heta 30ê Cotmehê her cûre çalakî, xwenîşandan, mitîng û kombûn hatine qedexekirin.