Pêşmergeyê Bakurî li Qoserê hat definkirin

Pêşmergeyê Qoserî Berxwedan Mêrdînî ku di operasyona rizgarkirina Mûsilê de ji 6 şehîdan yek bû, li astengiyên ku ji aliyê polêsên Dewleta Tirk ve hatine kirin li Qosera navçeya Mêrdînê hat defin kirin. malbata Pêşmerge diyar kir ku, ew şehîdê azadiya Kurdistanê ye û pê serbilind in.
kurdistan24.net

K24 – Mêrdîn

Pêşmergeyê Qoserî Berxwedan Mêrdînî ku di operasyona rizgarkirina Mûsilê de ji 6 şehîdan yek bû, li astengiyên ku ji aliyê polêsên Dewleta Tirk ve hatine kirin li Qosera navçeya Mêrdînê hat defin kirin. malbata Pêşmerge diyar kir ku, ew şehîdê azadiya Kurdistanê ye û pê serbilind in.

Berxwedan Mêrdînî, piştî ku 16 sal wek Pêşmerge xizmeta Kurdistanê kir, di 44 saliya xwe de di destpêka operasyona kontrolkirin û rizgarkirina Mûsilê ji deste DAÎŞê de şehîd bûbû. Malabata Berxwedan Mêrdînî, cenazeye wî, ji Başûrê Kurdistanê bi merasîm û alê Kurdistanê ber bi Osera Bakûrê Kurdistanê anî û di 19ê Cotmehê de, li goristana Oxir Kaymaz ya Qoserê defin kir.

Bavê berxwedan ji K24ê diyar kir ku, lawê wî ji zaroktiya xwe ve, dildarê azadiya Kurdistanê buye û her tim pê pezindar bûye û got: “Bi heval û hogirên xwe re, ji bo bawerî û miletê xwe ji dil û can xebitî û em jî jê piştrast û serbilind in. Jixwe wa şehîd ket û mertebeya herî mezin wergirt.”

Apê wî jî Şêhmûz Abûşka dazanîn ku, li seranserî Kurdistanê Kurd ji bo azadiya xwe şehîdan dane û ew jî, ji xizmetên şehîd yên bo Kurdistanê pezindarin. Abûşka derbarê şehîd Berxwedan de got: “Ev doz ne ya me tenê ye, ev doz, doza hemû Kurda ye. ev şehîd jî ne şehîdê me tene ye, yê me gişta ye. Em jî wek hevalên xwe înşelah aram û serkeftî bin.”

Çadira sersaxiyê ji bo pêşmergeyê şehîd hat vekirin û serok û rêvebirên sazî û partiyan jî serdana çadirê kirin.

Serokê Şaxa Qoserê yê Partiya Sosyalîsta a Kurdistanê PSKê jî diyar kir ku, Berxwedan şehîdê hemû Kurdistanê ye û got: “Viya jî xuya dike ku, dê dewleta me wê çêbibe û Kurdên me dê azad bibin. Emê jî bigihên axa xwe û ala xwe”

Yên ku cenazeyê Berxwedan, ji Başûrê Kurdistanê anîn Qoserê, diyar kirin ku, ji ser sînorê Bakurê Kurdistanê heta ku gihiştine Qoserê, zext û fişarên polêsên Tirk re rûberû mane û ragihandin ku polêsan, li Cizîrê Ala Kurdistan jî ji ser şehîd rakirine.

Dîsa bal kişandin ku, ji ber pêkutiyan jî ew mecbûr mane di demjimêrek ne guncav de merasîma definkirina şehîdê xwe lidar bixin û wî bispêrin axê.