Li Çelê ya Colemêrgê2 leşker hatin kuştin
K24Navenda Nûçeyan
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê di pevçûnên navbera leşkerên Tirk û gerîlayên PKK'ê de 2 leşker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.
Artêşa Tirkiye Îro berdestê sibê, li navçeya Çelê nêzîkî sînorê başûrê Kurdistanê operasyonek dar xist, di operasyonê de şer û pevçûn rû da.
Li gorî agahiyên destpêkê 2 serbaz hatin kuştin, 5 serbaz jî birîndar bûn.
Li gor medyaya Tirkiyê , li wê herêmê, tevî balefirên şer û helîkopteran operasyon berdewam dike.