Apache pêgehên DAIŞê bombebaran dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Helîkopterên şer yên Amerîka “Apache”di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de di operesyona rizgarkirina Mûsilê de piştevniya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê dikin û pêgehên DAIŞê bombebaran dikin.
Duh, Fermandarê artêşa Amerîka li Iraqê General Gary Volesky ragihand, Apache di operesyona rizgarkirina Mûsilê de bikar tê.
Di roja çaremîn ya operesyona rizgarkirina Mûsilê de, îro hêza Pêşmergeyln Kurdistanê nêzîkî 9 gundan li rijhilat û başûrê rojhilatê Mûsilê rizgar kirin.