Lavrov: Ji siyaseta rojava Rojhilata Navîn ne aram e

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, ne aramiya ku li Rojhilata Navîn heye, ji encama endezyariya ceosiyasî ya welatên rojava ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, ne aramiya ku li Rojhilata Navîn heye, ji encama endezyariya ceosiyasî ya welatên rojava ye.

Di gotarekê de ku di kongreya zanistî ya “Rojhilata Navîn: Araste û Aso” de pêşkêş kir, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got: Hilweşandina sîstem û dezgehên dewletan û dabeşkirina bê bingeh, bûne jêdera ne aramî û pirsgirêkên mezin li Iraq, Sûriye, Yemen û Lîbayayê.

Lavrov got jî, sedema wî şerî vedigere ku, nexşeya siyasî û endezyariya ceosiyasî ya çewt ya welatên rojavayî.

Lavrov diyar kir, destêwerdana di karûbarên naxweyî yên welatan û hewldana guhartina sîstema neyaran, bûne sedema aloziya Herêmê.