Penaberên Mûsilê ber bi Rojava ve tên

Digel pêşketinên leşkerî yên hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê di operesyona rizgarkirina Mûsilê de, hejmara penaberan ber bi Rojavayê Kurdistanê ve zêde dibe, tevî ku hejmar di rojên bê de dê zêdetir bibe, lê ta niha ti amadekarî ji bo wan nehatiye kirin, bi taybet ji aliyê saziyên Netewên Yekbûyî ve.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Pirsgirêka awareyên ku ji bajarê Mûsilê ve derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin, yek ji kêşeyên herî mezin e, ku bala sazî û dezgehên mirovî li Rojavayê Kurdistanê dikşîne, ji ber pêşbîn e ku bi hezaran xelkên Mûsilê awareyî Rojavayê Kurdistanê bibin, ku ta nuha nêzî 6 hezar kes li kampa Holê ya bi ser bajarê Hesekê ve bi cî bûne.

Berpirsên Rêveberiya Xweser eşkere dikin ku, ta niha ti alîkarî ji bo wan nehatiye pêşkêş kirin, bi taybet ji aliyê saziyên Netewên Yekbûyî ve.

Herwiha didin zanîn ku, ew metirsîdarin derbarî hatina pêlên awareyan ji Mûsilê, nemaze ku dem ber bi Zivistan û sermê ve diçe.

Kampa Mebrûka ya bi ser bajarê Serê Kaniyê ve, yek ji cihên ku pêşbîn e aware lê bi cî bibin, lê ji ber kêmbûna karînan û tunebûna xizmetguzariyan, neşteciyên vê kampê di rewşeke zor de dê bijîn, loma berpirsên kampê tekez dikin ku, di vê rewşê de nikarin awareyan bi cî bikin.

Berpirsên Rêveberiya Xweser ji aliyê xwe ve behsa wê yekê dikin ku, heye awareyan di dibistanan de bi cî bikin, yan jî kampeke nû li bajarê Qamişlo ava bikin. Lê tevî wê jî karînên Rêveberiya Xweser ne di asta pêşwazîkirina bi hezaran awareyan de ye, bi berdewamiya pêlên koçberiyê û tunebûna karînên pêwîst, jiyana awareyan di metirsiyê de dimîne, digel bêdengiya rêjîma Sûriyê û saziyên Netewên Yekbûyî de.