Hêzeke Pêşmerge ji Hewlêrê gihlşte Kerkûkê

Hêzeke Pêşmergeyên Kurdistanê, ji Hewlêra Paytext bo piştevaniya hêzên ewlehiyê gihêşte bajarê Kerkûkê.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzeke Pêşmergeyên Kurdistanê, ji Hewlêra Paytext bo piştevaniya hêzên ewlehiyê gihêşte bajarê Kerkûkê.

Berpirsê Asayişa Kerkûkê Emîd Helo Necat ragihand, bi gihêştina hêzeke Pêşmerge ji Hewlêrê ve, metirsî li ser binkeya asayişa Domîzê nema.

Berya demekê Berpirsê Operesyona Asayişa Kerkûkê Îdrîs Rifat ji K24ê re ragihandibû, ew di bergîriya li binkeya asayişê de berdewam in û çaverêyî gihêştina hêzeke piştevaniyê dikin.

Niha jî bi gihêştina hêza piştevaniyê, metirsî li ser binkeya Asayişa Domîz ya başûrê Kerkûkê nema.