Artêşa Tirkiyê binkeyên HSDê topbaran dike

Artêşa Tirkiyê deverên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Helebê bi 70 mûşekî topbaran kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê deverên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Helebê bi 70 mûşekî topbaran kir.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, artêşa Tirkiyê deverên HSDê li Hirbil û Şêx Îsa li bakurê Helebê bi zêdetirî 70 mûşekî Zemîn – Zemîn armanc kir.

Her li gor Rewangehê, ku şer û pevçûn di navbera HSDê (Ku YPGê hêzeke serek tê de ye) û grûpên opozîsyonê bi piştevaniya tank û firokeyên artêşa Tirkiyê li wan deveran, derket.

Rewangehê amaje kir jî, ku di heman demê de jî şer û pevçûn di navbera HSDê û çekdarên DAIŞê de li gundên Um El-Hoş û Mariê jî derket.

Ji aliyê xwe ve, Sererkanî Tirkiyê derbarê operasyona Cerablûsê de daxuyaniyek nivîskî belav kir û ragihand ku, operasyona wan li xeta Cerablus û Ezezê di roja xwe ya 59emîn de berdewam e û 6 bingehên YPGê topbaran kirine.