324. Çalakiya ji bo Tahîr Elçî hat lidarxistin

Serokê BAROya Diyarbekirê Tahîr Elçî ku di 28ê Berfembara 2015-an de hatibû kuştin, hêj jî kujerên wî nehatine diyar kirin. Baroya Diyarbekirê jî ji bo kujerên Tahîr Elçî bên destnîşan kirin û ceza kirin her hefte li ber Edliya Diyarbekirê çalakiyekê lidardixin.

K24 – Diyarbekir

Serokê BAROya Diyarbekirê Tahîr Elçî ku di 28ê Berfembara 2015-an de hatibû kuştin, hêj jî kujerên wî nehatine diyar kirin. Baroya Diyarbekirê jî ji bo kujerên Tahîr Elçî bên destnîşan kirin û ceza kirin her hefte li ber Edliya Diyarbekirê çalakiyekê lidar dixin.

Di 324. Hefteya wê çalakiyê de, Cîgirê Serokê Baroya Diyarbekirê Welat Alan, dazanîn ku, wek rêvebiriya nû, dîtin û ronî kirina kuştina Serokê wan yê rûmetê Tahîr Elçî peywira yekem e û dê têkoşîna xwe bidomînin.

Piştî daxuayniya kurt, 5 xulek çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.