Çekdarên DAIŞê li çend cihan xwe veşartine

Rêveberiya Polîsa Qeza û Navçeyên Kerkûkê ragihand, niha DAIŞê li çend cihan xwe veşartine û hêzên polîs û asayişê jî li dû wan digerin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Polîsa Qeza û Navçeyên Kerkûkê ragihand, niha DAIŞê li çend cihan xwe veşartine û hêzên polîs û asayişê jî li dû wan digerin.

Derbarê çekdarên DAIŞê yên ku êrîş li Kerkûkê encam dane de, Emîd Serhed Qadir ragihand, xwekujên DAIŞê yên êrîş encam dabûn, bi planeke tund hatibûn.

Emîd Serhed Qadir amaje bi wê yekê kir, ewên îro êrîşî Kerkûkê kirine, hemû biyanî bûn û nû hatibûn nava bajêr, lê şanên niviştî yên DAIŞê li Kerkûkê hevkariya wan kiribûn.

Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Polîsa Hawarçûnê Eqîd Danyal di pêwendiyeke telefonî de ji K24ê re ragihand, êrîşa DAIŞê hat têkşikandin û niha çekdaran ji tirsa Pêmergeyan xwe di mizgeftan de veşartine.

Eqîd Danyal ragihand jî, Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê, ji ber pîroziya mizgeftan nikarin bi ser mizgeftan de bigirin, çekdarên DAIŞê wê yekî dizanin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, li ser zarê çavkaniyên ewlehiyê ragihand ku, nêzîkî 4 – 5 çekdarên DAIŞê mane, ew jî xwe 2 cihan li xwe veşartine.